Berdevkê Kremlînê: Ûrsêt û Amerîka yê derbara aştîyê da qise bikin ne şêrr
Berdevkê Kremlînê got: Gotûbêja telefonî ya di navbera Serokomarê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hevtayê wî yê Amerîkî Donald Trump de tê wê wateyê ku Moskow û Washington dê niha pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin û "li ser aştiyê, xeber bidin ne şêrr.
Dmitriy Peskov got: "Ev nîşaneyeke bihêz e ku em ê niha hewl bidin pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin û niha em ê behsa aştiyê bikin, ne şêrr. Rûsyayê bi rêveberiya berê ya Amerîkayê re ti diyalog nekir, lê helwesta Trump di warê çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê da divê, ji hêla teorî va ji bo her kesekî aqilmend û her hikûmetekê balkêş be."
Peskov her wiha got: Civîna serokkomarên Rûsya û Amerîkayê niha giringiyeke taybet heye û pêwîstî bi amadekariyên taybet jî li derveyî çarçova peywendiyên Moskova-Washingtonê heye, lewma ev hevdîtina hewcedarê hewlên taybet di warê amadekarî, danîna bernameyê, gotûbêja destpêkê û nîqaşa berayî haydarbûna ji nêrînên hev heye.