Derxistina 10 hezar karmendên hikûmetê li Amerîkayê
Ji dema destpêkirina plana Donald Trump derheq a biçûkkirina hukûmeta Amerîkayê ve nêzîkî 10 hezar karmendên federal ji kar hatine derxistin
Li gorî raporan, ji dema destpêbûna plana Donald Trump Serokkomarê Amerîkayê jibo biçûkkirina hikûmetê û kêmkirina xercên hikûmetê nêzî , 10 hezar karmendên federal ji kar hatine derxistin. Kedkarên beşan û saziyên curbicur ên Amerîkayê ji wana di beşên enerjî , karûbarên kevne-eskeran, çandinî û tenduristî, di ber gefa ji kar avêtinê de ne û di hefteyên derbasbûyî de hejmareke zêde ji karmendên van dezgehan ji kar hatin derxistin û gelek kesên din jî dema ku peymanên wan ên kar bi dawî bibin di ber gefa ji kar derxistinê de ne.Qesra Spî ragihand Derxistina van karmendan ji 75 hezar karmendan cuda ye ku Trump pêşniyara ji kar derxistina wan daye û ji wan xwestiye ku bi wayekî xwebexş karên xwe terk bikin.
Serokkomarê Amerîkayê bi hinceta mezinbûna hukûmeta federal, plana mezin a jikaravêtinê ji bo karmendên hukûmetê daye destpêkirin