Bertekên dijî boykotkirina Dîwana Lahê
Sibat 07, 2025 17:16 Asia/Tehran
Welat û komên curbicur himber kiryara kabîna Donald Trump a boykotkirina Dîwana Navdewletî ya Cezayê (Laha) bertek nîşan dan.
Dadgeha Navdewletî ya Cezayê di daxûyanîyeke tund da, fermana Donald Trump Serokomarê Amerîkayê ya sepandina boykotê ser rayedarên wê dezgehê da şermezar kir.
Di vê daxûyanîyê da hatîye: Dadgeha Navdewletî ya Cezayê fermana Amerîkayê ya boykotkirina rayedarên vê dezgehê ku di eynî demê da zîyanê digihîne vê dezgeha dadwerîyê ya serbixwe û bêalî, şermezar dike.
Rêxistina NY, Seroka Komsyona Ewrûpayê û dewleta Holandayê wek mazûvana Dadgeha Navdewletî ya Cezayê jî ji ber biryara Donald Trump a boykotkirina vê dezgehê heyf û mixabinîya xwe dîyar kirin û ji wî xwestin ku vê biryarê ibtal bike.