Sibat 07, 2025 16:36 Asia/Tehran
  • Wendabûna balafireke amerîkî

Balafireke amerîkî ji bazineya radara şopandinê derket û lêgerîna ji bo peydakirina wê jî heta nika bêencam bûye.

Ev balafira amerîkî ku 10 kes tê da bûn, di halekî da ku ber bi şarekî perravî yê Alaskayê va diçû, nişkava li ser radara şopandinê nema.

Dayra Ewlehîya Giştî ya Alaskayê ragihand ku têkilîya wê balafira sivik ji êvara duh va bi navenda kontrolê ra qut bûye û lêgerîna ji bo peydakirina wê hê jî bêencam maye.

Serepeyv