Peydakirina 30 qurbaniyên qezaya balafirê li Amerîkayê
Çile 30, 2025 18:38 Asia/Tehran
Meytên bi dehan qurbaniyên lihevketina balafireke rêwiyan û helîkoptereke leşkerî ya Amerîkayê li çemê Potmakê hatin peydakirin.
Heta niha termê 30 qurbaniyên ketina balafirê vê sibê li Amerîkayê hatine dîtin.
Hat ragihandin ku balafira rêwiyan perçe perçebûyî di avê de ye û helîkopterek jî li nêzî wê ye . Berpirs dibêjin ku şert û mercên çem sar, ba û dijwar e.
Rêxistina Hewayî ya Federal a Amerîkayê îro ragihand, balafireke xeta hewayî ya Ameriken bi 64 kesên û personelên ku tê de bûn, li esmanê Waşingtonê bi helîkoptereke leşkerî li hev ketin.
Helîkoptera leşkerî ya ku di bûyerê de hat îmhakirin 3 leşkerên Amerîkayê tê de hebûn.