Lavrov: Rûsiye li dû gotûbêja bi Sûriyê re ye
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê basa amadetiya welatê xwe ji bo gotûbêja kêrhatî ya bi hikûmeta demkî ya Sûriyê bi taybet li ser rewşa binkeyên leşkerî yên Rûsiyê li Sûriyê kir.
Sêrgêy Lavrov got: Em plêşwaziya gotûbêjên kêrhatî li ser hemû berûlayên peywendiyên di navbera Rûsiye û Sûriyê bi palpiştiya li istûnên qahêm ên hevkariyên dualî ku bi salan pêk hatine dikin. Wî herwiha got: Ev yeka çalakiya binkeyên me yên leşkerî jî digire ber xwe ku anegorî hewcetiya lezgîn a xelkê Sûriyê li alîkariyên derveyî, dikarin wekî navendên belavkirina alîkariyên mirovdostane jî werin bikaranîn.
Di dawiya meha Kanûnê de Lavrov gotibû Moskowa ji bo hilkolandina hevhatinameyên têkildarî binkeyên Rûsiyê li Sûriyê, ti daxwazek ji Şamê venegirtiye. Wî herwiha gotibû: Pêkhatina van binkeyan li Sûriyê anegorî hevhatinên ku di navbera Moskowa û Şamê de anegorî qanûnên navnetewî hatibûn wajokirin bûye.