Komîserê UNRWA: Piştî 471 rojan dengê zarokên ku li Xezzeyê dilîzin tê bihîstin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353027-komîserê_unrwa_piştî_471_rojan_dengê_zarokên_ku_li_xezzeyê_dilîzin_tê_bihîstin
Komîserê UNRWA tekezî ser berdewamiya agirbesê û cihanîna hemû xalên wê kir û ev kiryar pêngaveke rast di riya aştiya mayînde û aramiya jibo hemûyan da zanîn.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 20, 2025 14:25 Asia/Tehran
  • Komîserê UNRWA: Piştî 471 rojan dengê zarokên ku li Xezzeyê dilîzin tê bihîstin

Komîserê UNRWA tekezî ser berdewamiya agirbesê û cihanîna hemû xalên wê kir û ev kiryar pêngaveke rast di riya aştiya mayînde û aramiya jibo hemûyan da zanîn.

Filip Lazarini Komîserê UNRWA got ku piştî zêdetirî 470 rojan ji şerê Xezzeyê, li şûna dengê bombebaran û êrişên hewayî, dengê zarokên ku dilîzin tê bihîstin.

Lazarini di posteke xwe li  Xê de nivîsî ku roja yekem a agirbesê pir baş bû. Veguhestina alîkariyê dest pê kir û gîhandina hin alîkariyên bazirganî hêdî hêdî  cih tên.

Wî her wiha got bi alîkariya Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor 3 girtiyên siyonîst û 90 hêsîrên filistînî serbest hatin berdan.