Lavrov: Welatên rojavayî li dû wêdedayîna rikeberan in
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê amajeyî piştgîriyên welatên rojavayî ji Kiyêvê di şerê bi Moskowayê re û êrişa bêencam a Ûkraynê ser rawestgeha xurtkirina zexta boriya gazê ya Turk Stirîmê kir û got: Armanca sereke ya welatên rojavayaî derxistina rikeberekî din ji qadê ye.
Sêrgêy Lavrov got: Amerîka di ti warekî da rikeberan naxwaze û eva di pişka enerjiyê de tê dîtin, ji ber ku ew bêyî fikirînê, îzna çalakiya terorîstî ya ji bo kawilkirina binavahiyên veguhestina enerjiyê didin ta ku piştî boriya Nord Stirîmê, Turk Stirîm jî ji nav here. Wezareta berevaniya Rûsiyê roja Duşemiyê basa hewldana Kiyêvê bona êrişa ser îstgeha kontrola zexta boriya gazê ya Turk Stirîmê li navçeya Kirasnodarê bi 9 xwefiran kir û ragihand: Hemû xwefir ji aliyê sîstima berevaniya hewayî ya Rûsiyê hatin rûxandin. Berî nika berdevkê Kirêmlînê wek berteka li hember êrişa serneketî ya li ser rawestgeha xurtkirina zexta boriya gazê ya Turk Stirîmê got: Ev karê Ûkraynê dewama terorîsma enerjiyê di bin cavdêriya hevalên biyanî yên vî welatî ye ku ya ku qazancê jê bi dest dixe, Amerîka ye.