Zêdebûna hejmara goriyên şewata Losancilisê bo 24 kesan
Hejmara goriyên şewata kujer û giran a Losanclisê gihêşt 24 kesî û 16 kes jî bê ser û şûn bûne.
Di halekê de ku şewata kujer û giran a li LOsanclisê tim gelek kesan dike gorî, rayedarên vî bajarî ragihandin ku hejmara kuştiyan derket 24an û 16 kes jî bê ser û şûn bûne. Hevgav Dayireya Hewanasiyê ya Losancelesê li ser metirsiya bayê bihêz û zêdebûna berfirehiya şewatê hişyarî da û rayedarên herêmî jî gotine ku dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.
Servîsa Neteweyî ya Hewanasiyê roja Sêşemê ji bo şewatên li Losanclisê wekî roja herî metirsîdar binav kir.
Şewata Losanclisê li başûrê Kalîforniyayê bi lez diçe ku bibe qeyran û hikûmeta Amerîkayê bi lawazî û nekara bûna di warê kontrolkirina agir de tê tawanbarkirin û xelkê navçeyên ku şewat lê ketine, ji ber lawaziya hikûmetê di warê kontrolkirina agir û nebûna îmkanatê hêrs bûne.