Çile 07, 2025 18:50 Asia/Tehran
  • Kêmbûna berbiçav a zimhêrên gazê yên Ewrûpayê

Malpera nûçeyan a Bilûmbêrgê basa kêmbûna berbiçav a zimhêrên gazê li Ewrûpayê kiriye.

Li gorî nivîsara Bilûmbêrgê daneyên binavahiyên gaza Ewrûpayê nîşan dide: Asta zimhêrkirina gazê di vê parezemînê da bi giştî sedî 25 anegorî asta xwe ya herî jorîn, daketiye.

Ev qas kêmbûn, kêmbûna herî zêde ya zimhêra gaza vê parezemînê di 7 salên buhurî da ye. Ajansa nûçeyan a Bilûmbêrgê ragihandiye: Ewrûpa bi lezeka zêdetir a anegorî her demeka din di 7 salên buhurî da, zimhêrên xwe yên gazê bi kar tîne. Hatiye gotin betalbûna hin navendên dabînkirê gazê, bandora wê di kêmbûna zimhêra vê parezemînê da hebûye.

Serepeyv