Pirsgirêkên Ewrûpayê û gaza Ûrsêtê
Hevgavê qutbûna gaza ku Ûrsêtê hinardeyî Ewrûpayê dikir, pêleke sirr û seqemê Ewrûpa daye ber xwe û welatên vê parzemînê tûşî gellek pirsgirêkan bûne.
Şebekeya Belombergê di raporekê da ragihand ku Ewrûpa ji bo zivistana dijwar tivdîr û tedarikan dike, ji ber ku di germegerma boykotên Ewrûpayê dijî beşa enerjîyê ya Ûrsêtê da, gaza a ku Ûrsêtê hinarde dikir, hatîye qutkirin.
Di dewama rapora Belombergê da hatîye ku pêla hewaya sar Ewrûpa daye ber xwe û ev jî ray dide ku serokên wealtên vê parzemînê neçar dibin ku gaza zimhêr zêde ji astê bi kar bînin.
Li gorî raporan, gaza zimhêrkirî ya Ewrûpayê nika daketîye bin sedî 75ê. Piştî ku peymana pêncsalî ya hinardekirina gaza Ûrsêtê ji rêya Ukraynê bo Ewrûpayê nehat dirêjkirin, hinardekirina gaza Ûrsêtê ji saetên destpêkê yên roja yekem a sala 2025ê va hat qutkirin.