Rojê zêde ji 550 eskerên ukraynî tên kuştin
Çile 04, 2025 17:39 Asia/Tehran
Rayedarekî artêşa Ûrsêtê ragihand ku rojê zêdetirî 550 eskerên ukraynî tên kuştin.
Îvan Bîgma Serokê Beşa Ragihandinê ya artêşa Ûsêtê dîyar kir ku hêzên vî welatî rojê 5 êrişên hêzên ukraynî pûç derdixin, got ku rojê zêde ji 550 serbazên ukraynî tên kuştin.
Dezgeha Istixbarata Derve ya Ûrsêtê jî duh ragihand ku haya welatên rojavayî ji kêmbûna şîyanên Ukraynê himberî artêşa Ûrsêtê heye û ihtimala têkçûna xetên berevanîyê yên artêşa Ukraynê jî ret nakin.
Dezgeha Istixbarata Derve ya Ûrsêtê herwiha ragihand ku kabîna Jeo Biden Serokomarê Amerîkayê hewil dide pêşîya vê ihtimalê bigire û pêgirîyê ser radestkirina çekên pêşketîtir ji wan mûşekên dûrbirr bo Ukraynê dike.