Trump: Amerîka di halê hilweşyanê ye
Serokkomarê nû yê Amerîkayê wek berteka li hember bûyerên bi xwîn yên li vî welatî di şeva sala nû de got: Rewşa Amerîka karesat e û wî serokkomarê niha tawanbar kir ku siyaseta sînorên vekirî meşandiye.
Donald Trump wek berteka li himber teqîna teqîna li Las Vegas û bûyera New Orleansê de, got ku ev bûyerên bi xwîn wextekî diqewimin ku welat xwedî sînorên vekirî û serkirdayetiya lawaz û nekêrhatî be yanê bi curekê ku di pratîkê de serokatî tine.
Trump her wiha got ku saziyên curbicur ên Amerîkî, ji wan Wezareta Dadweriyê FBI, û dozgerên eyaletî û herêmî yên Demokrat, nehêja û gendel in.
Duh li Las Vegasê li ber hotela Trump otomobîlek teqiya ku di encama vê teqînê de kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.
Şeva borî li New Orleansê jî di encama êrişa leşkerekî berê yê Amerîkayê bi kamyonekê ser girseya gelê ku di halê lidarxistian cejnsa sersalê bûn , 10 kes hatin kuştin û 35 kes jî birîndar bûn.