Êrişa ser nexweşxane û sivîlan cinayeta cengê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352728-Êrişa_ser_nexweşxane_û_sivîlan_cinayeta_cengê_ye
Komîserê mafên mirovan a NY got: Êrişên biqest ên ser nexweşxane û sivîlan, cinayeta cengê tê hesêb.
(last modified 2024-12-31T11:18:51+00:00 )
Kanûn 31, 2024 14:37 Asia/Tehran
  • Êrişa ser nexweşxane û sivîlan cinayeta cengê ye

Komîserê mafên mirovan a NY got: Êrişên biqest ên ser nexweşxane û sivîlan, cinayeta cengê tê hesêb.

Folkêr Turk gotiye: Berfiretiya êrişên Îsraîlê ser nexweşxaneyên Xezzê sersariya aşkera ya li hember qanûnên navnetewî yên mirovdostane nîşan dide. Wî ji bilî viya ku amajeyî rewşa bikaresat a mirovî li Xezzê kir, got: Raporên ku bi dest ketine îşkence û bedreftariyê li nexweşxaneya Kemal edwanê nîşan didin û çarenivîsa Hisam Ebû Sefiye, birêvebirê vê nexweşxaneyê nediyar e.

Folkêr Turk pêhişyarî daye ku divê lêkolînên serbixwe cih werin û sebebkarên binpêkirina qanûnên navnetewî li Xezzê werin cezakirin û divê hemû kadroya dermankirinê ku li Xezzê hatine girtin, demlidest werin azadkirin.