Dewama operasiyona taybet a Moskowayê li Ûkraynê
Wezareta berevaniya Rûsiyê ragihand ku 900 leşkerên ûkraynî di encama dewama operasiyona taybet a Moskowayê li 24 saetên buhurî de hatine kuştin.
Di daxuyaniya wezareta berevaniya Rûsiyê de hatiye, binavahiyên pêgehên hewayî û leşkerî û binkeya avêtina xwefiran a hêzên çekdar ên Ûkraynê bûne hedef, yekîneyên navend jî 15 dije êrişên hêzên ûkraynî pûç kirin ku di encamê de Kiyêfê zêde ji 480 leşkerên xwe ji dest daye.
Şerrê Ûkraynê li dû sersariya welatên rojavayî li bara dilnîgeraniyên ewlehiyê yên Moskowayê li ser berfirehbûna sînorên Hevalbendiya Leşkerî ya NATO`yê ber bi sînorên Rûsiyê ve, di Sibata 2022`an de destpê kir. Welatên rojavayî di şerrê Rûsiye û Ûkraynê de dewsa çareserkirina bi rêya dîplomatîk û aştiyane ya kêşeyan, bûne sedema zêdebûn û demdirêjbûna vî şerrî.