Kanûn 27, 2024 18:38 Asia/Tehran
  • Ulyanov welatên rojavayî bi astengkirina gotûbêjên Îran û Ajansê tawanbar kir

Nûnerê hertimî yê Rûsiyê li saziyên navneteweyî yên li Viyenê, nihêrîna wêrankir a welatên rojavayî, berbenda li ber pêşketina gotûbêjên di navbera Îran û Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê de ji bo çareserkirina mijarên mayî yên sîstima çavdêriyê da zanîn.

Mîxayîl Ulyanov got: Eva ku bê gotin ku di gotûbêjên di navbera Îran û IAEA`yê de tu pêşketin çênebûne, şaş e, her çend ev tevger bi sînor e û her tim bi hin astengan re rû bi rû dibe.

Wî her wiha got: Yek ji kêliyên girîng ên vê dawiyê seredana serêvebirê Ajansê bo Îranê li nîveka meha Mijdarê bû. Di vê seferê de Rafaêl Girosî bi rayedarên Îranê re hevdîtin pêk anî û serdana çend navendên atomî jî kir; ji wan binavahiyên ku li derveyî rêkeftinên di navbera Îran û Ajansê de di warê cîbicîkirina sîstima çavdêriyê de bûn. Ev sefer derfeta peywendiyê bi hikûmeta nû ya Îranê re pêk anî.

Tevî viya welatên rojavayî, bi taybet Amerîka, Îngilîstan, Almanya û Firansa, li şûna ku piştgîriyê bidin van têgihiştinan û ji bo cihanîna wan rewşeka  guncaw pêk bînin, nihêrîneka xirabkir girtin ber xwe.

Di civîna meha Mijdarê ya Konseya Hikimdaran a IAEA`ê de, wan biryarek dijî Îranê pêşniyar kir ku ji aliyê piraniya welatên rojavayî ve hat pejirandin. Helbet di van şert û mercên siyasî de Îranê ne tenê nekarî lihevkirinên bi serêvebirê Ajansê re cih bîne, belkî berhemanîna uranyumê sedî 60`ê jî zêde kir.

Serepeyv