Jordeketina balefira Komara Azerbaycanê
Kanûn 25, 2024 18:15 Asia/Tehran
Balefira rêwiyan a Komara Azerbaycanê vê sibê li nêzîkî firokexaneya Aqtav li rojavayê Qezaxistanê ket xwarê.
Di vê balafira ku 67 rêwî û xebatkarên wê hebûn de 32 kes sax man û rêwiyên din canê xwe ji dest dan. Piştî vê bûyera diltezîn hikûmeta Komara Azerbaycanê rojek şîna giştî ragihand.