Lavrov: Welatên rojavayî dixwazin her hevrikekî bi hêz ji nav bibin
Kanûn 25, 2024 17:45 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê got: Prensîbên çareserkirina qeyrana Ukraynê ku ji aliyê serokomarê Rûsiyê ve hatine hilêxistin li gorî qanûnên navneteweyî ne û ne hinek pêşmercan.
Sergey Lavrov got: Prensîbên ku Serokomarê Rûsiyêو Vladimîr Pûtînو ji bo çareserkirina qeyrana Ukraynê amade kirine ne pêşmerc in. Ew ji qanûnên navneteweyî serekaniyê digrin.Lavrov tekez kir ku rejîma Kiyêvê pêlîstoka ber destê welatên rojavayî ye ku divê hevrikek bi hêz wek Rûsiyê ji qada navneteweyî wêde bibe. Wî tekez kir: Welatên Rojavayî dixwazin her hevrikekê ji holê rakin. Ukrayn wek çekekê dijî me hatiye bijartin.