Gêre û pevçûnên giran di navbera parlementerên Taywanê de
Kanûn 23, 2024 18:04 Asia/Tehran
Nûnerên partiyên curbicur li parlemana Taywanê li ser pêşkêşkirina çend pêşniyaran bi hev re ketin şer û pevçûnê.
Parlamenterên Herêma Xweser a Taywanê li ser pejirandina çend planên nû ku hinek guhertinan li qanûna vê navçeyê dihewîne bi hev re ketin pevçûnê.
Ger guhertinên hanê di qanûna Taywanê de werin pejirandin,dê derxistin û wêdebirina rayedarên hilbijartî zehmetir bibe.
Nûnerên partiya desthilatdar yanê Partiya Gel li Taywanê dibêjin pejirandina van planan gefek li dijî demokrasiya Taywanê ye.
Hevgav bi hezaran kes ji xelkê nerazî li ber avahiya Parlemana Taywanê kom bûn û daxwaza nepejirandina van planan kirin.