Kanûn 19, 2024 17:45 Asia/Tehran
  • Bêparkirina xelkê Xezzê ji ava saxlem

Çavdêra Mafên Mirovan ragihand Rejîma Siyonîst bi bêparkirina berfireh a filistîniyan ji ava saxlem, jînûsaydê pêk aniye.

Rêxistina çavdêra Mafên Mirovan îro ragihand: Îsraîl ji Cotmeha 2023`an bi hezaran filistîniyan li Xezzê bi bêparkirina ji ava saxlem kuştine û ev kara anegorî hevhatinameya têkildarî jînûsaydê ku di sala 1948`an de hatiye wajokirin, ji hêla qanûnê ve jînûsay tê hesêb.

Rêxistina çavdêra Mafên Mirovan di dewama rapora xwe da ragihand: Berpies û hêzên îsraîlî pompaja avê bo Xezzê sekinandine û birrîna elekterîkê û bisînorkirina derbasbûna ardûyê bo navçê, para zêde ya binavahiyên av û jêravê li Xezzê xirab kirine û heta îznê nadin deboyên avê jî derbasî navçê bibin. Ev siyaseta pişkek ji jînûsayda sivîlên filistînî li Xezzê ye û hîna jî didome.

Serepeyv