Kanûn 10, 2024 17:23 Asia/Tehran
  • NY: Bila tevgerên Îsraîlê li Sûriyê werin sekinandin

Şandiyê taybet ê NY li karûbarên Sûriyê di axiftinekî da wek berteka li hember dagirkirina pişkek ji axa vî welatî ji aliyê Rejîma Soionîst ve daxwaza sekinandina van karên Têlavîvê kir.

Giyêr Pederson gotiye: Sûriye nika li ser durêyekî ye û liv û tevgerên nika yên Îsraîlê di axa vî welatî divê werin sekinandin.

Pederson herwiha daxwaza pêkanîna karên destpêkê yên veguhestina desthilatdariyê bi hevkariya hemû xelkê Sûriyê kir. Wî herwiha pêhişyarî da ku eger ku di hikûmetê da bi awayeka berfireh beşdar nebin, wê pevçûnên zêdetir li Sûriyê biqewimin û got: Nika Tehrîr El Şam koma desthilatdar a li Şamê ye, lê tenê nîne. Şandiyê taybet ê NY li karên Sûriyê berî nika jî daxwaza destpêbûna pêvajoya veguhestina desthilatê li Sûriyê kiribû û pêgîrî kiribû ku divê ewlewiyeta hemû sûriyan muzakire, yekbûn û rêzgirtina li qanûnên navnetewî be.

Serepeyv