Ulyanov: Esed û malbata wî li Moskowayê ne
Kanûn 09, 2024 17:05 Asia/Tehran
Nûnerê Rûsiyê di rêxistinên navdewletî de li Viyenê texmînên derbarê cihê mayîna Beşar Esed li Moskowê piştrast kir.
Mîxayîl Ulyanov nûnerê Rûsiyê di rêxistinên navdewletî de li Viyenê, piştî sernixûnbûna hikûmeta Sûsiyê bi serokatiya Beşar Esed û texmînên derbarê çûyîna wî bo Rûsiyê piştî radestkirina desthilatê bo dijberên çekdar û derketina wî ji welêt, di peyamekê de li rûpela xwe ya li tora X ê nivîsî: Esed û malbata wî li Moskowê ne.
Herwaha got: Rûsya di demên dijwar de xiyanetê li hevalên xwe nake.
Eva ye ferqa di anvbera Rûsiyê û Amerîkayê.
Di van rojên derbasbûyî de nûçeyên newekhev derbarê cihê Beşar Esed piştî derketina wî ji Sûriyê hatibûn weşandin.