Kanûn 05, 2024 19:11 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Fransayê hilweşya

Nûnerên Fransayê dengê na dan Serokwezîrê vî welatî

Parlimana Fransayê bi piraniya dengan, baweriya xwe ji hikûmeta vî welatî  betal kir. Bi betalkirina dengê pêbaweriyê ya Parlemana Fransayê ji hikûmeta vî welatî,  Mîşêl Barniye serokwezîr hat wêdebirin û hikûmet  bo cara yekem  di 60 salên  derbasbûyî de tê hilweşandin. Hêjayî gotinê ye ku  ji sala 1962’an û vir ve, ev cara yekem e ku parlemana  Neteweyî ya Fransayê bi vî awayî dengê xwe  dide  hilweşayana hikûmetê.

Qanûndaneran sedema nerazîbûna xwe li hember pejirandina bûdceya neteweyî ya sala 2025’an ji aliyê Barniyê ve  ku bêyî dengdan li parlemanê hat kirin, ragehandine.

Ev dengdan derbeyek giran li Serokomarê Fransayê Emanuêl Mekron  xist ku di Îlona derbasbûyî de piştî lidarxistina hilbijartinên pêşwext Barniyê wek serokwezîr destnîşan kiribû.

Serepeyv