Kanûn 05, 2024 17:16 Asia/Tehran
  • Dewama tundiyên bi çekan li Amerîkayê

Kesekî çekdar bi gulleavêtina ser dibistanekê li Kalîforniyayê herî kêm 2 zarok birîndar kirin.

Kesê gumanbar ket nava dibistana Federîvradontîs a navçeya Orvîlê û ber bi zarokan  ve gulle avêt. Piştî ku polîs hat cihê gulleavêtinê, ji bilî du zarokên birîndar bi termê mêrekî re jî rû bi rû ma ku bi gulleya  ku li xwe xistibû, hatibû kuştin.

Li Amerîkayê di van salên derbasbûyî de sûc û tûndî û tûjiyên ji ber hilgirtina çekan pir zêde bûne. Ji her 10  bûyerên  tûnd û tûjî û cinayî li Amerîkayê, yek ji wan li dibistan yan zanîngehên vî welatî diqewmin.

Serepeyv