Peywendiya Moskow,Têhran û Enqere derbarê rewşa Sûriyê
Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê got: Ev welata bi nûnerên Îran û Tirkiyê re derbarê rewşa Sûriyê peywendiya nêzîk heye.
Andirî Rodênko, Cîgirê Wezîrê Derve yê Federasyona Rûsiyê îro Duşemê, li nav koma nûçegîhana de got: Me niha peywendiyên nêzîk û berdewam ligel hemû aktorên sereke (derbarê rewşa Sûriyê) ji wan bi nûnerên Îran û Tirkiyê re hene.Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyê derbarê rewşa hevdîtinên sêalî derbarê çareseriya qeyrana Sûriyê got: Hevdîtineke bi vî rengî nayê redkirin û Moskow jî ji bo wê amade ye.
Berî viya jî berdevkê Kremlînê îro Duşemê bal kişand ser alûgurên vê dawiyê li Sûriyê û liv û tevgerên komên têrorîst li hinek deverên vî welatî û got: Rûsiye piştgiriya ji Beşar Esed, serokkomarê Sûriyê berdewam dike. Dîmîtrî Pêskov li civîneke rojnamevaniyê de got:. Rûsye niha rewşa Sûriyê hildokole û dê derbarê tiştên ku ji bo aramkirina rewşê hewce ne, helêwsta xwe amade bike. Wî berdewam kir: Di vê çarçoveyê de em têkiliyên xwe di astên guncaw de berdewam dikin.