Mijdar 24, 2024 18:46 Asia/Tehran
  • Ûrêstê ji ber kiryarên dijî Îranê rexne li welatên rojavayî girt

Balyozxana Ûrêstê li Îranê ji ber kiryarên dijî Îranê yên welatên rojavayî yên vê dawîyê li Konseya Hikimdarên Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) pêk hatin, rexne kir.

Balyozxana Ûrêstê li Têhranê îro di daxûyanîyekê da ji ber kiryarên dijeîranî û hanadêr ên Alman, Ingilîs, Amerîka û Fransayê yên li Konseya Hikimdarên Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) rexne kir û ragihand biryarnama ku Ingilîs, Fransa, Alman û Amerîkayê dijî bernama navokî ya biaştî ya Îranê li Konseya Hikimdarên Ajansê wek pêşnîyar hilêxistin û pesend kirin, hewlek ji bo tundkirina gêreyan û xalifandina bala cîhanê ji ser qeyrana Xezzeyê ye.

Di dewama daxûyanîya Balyozxana Ûrêstê ya li Têhranê da hatîye ku Moskow bi awayekî teqil dijî biryarnama dijeîranî û handêr a Amerîka, Ingilîs, Alman û Fransayê ku li konseya Hikimdarên Ajansê hat pesendkirin e û ewê tam neguncav û neavaker di pêkanîna atmosfera danuistandina avaker di navbera Îran û Ajansê da dizane. 

Serepeyv