Baydên destûra êrişa ser Rûsiyê bi çekên amerîkî da
Dumaya Rûsiyê hişyarî da ku dayîna îznê ji aliyê Baydên ve bo Ukraynê ku mûşekên dûrmenzîl ên amerîkî li dijî Rûsiyê bikar bîne, gefek e ku hewcetî bi bersiveke giran heye.
Hevgavê mehên dawiyê yên desthilatdariya Baydên li Koşka Sipî û bi zêdebûna fikarên derbarê vegera Trump û siyasetên wî yên ku berê hatine ragihandin derbarê mijarên wekî şerê li Ukraynê de, hikûmeta Baydên tevî hewildana jibo dewama piştgiriyên ji UKraynê, destûra bikaranîna çekên dûrmeznîl ên emrîkî li dijî axa Rûsiyê daye. Rayedarên Amerîkî ji CNN re gotine, ku ev çek û sîleh jibo êrişa ser armancên Rûsiyê li navçeya Korsikê dê bên bikaranîn.
Viladîmîr Pûtîn Serokkomarê Rûsiyê wek berteka li himberî biryara bi hellahella ya hikûmeta Baydên bo dayîna îznê bo Ukraynê bona bikaranîna çekên amerîkî bona êrişa ser axa Rûsiyê hişyarî daye û gotiye ku eger mûşekên girseyî an xwefirên dijmin ber bi Rûsiyê ve bên avêtin an dema ku ev çek bikevin nav axa Rûsiyê, emê çekên navokî bikar bînin.
Dumaya Rûsiyê jî hişyarî da ku destûra Biden bo Ukraynê ku mûşekên dûrmenzîl ên amerîkî li dijî Rûsiyê bikar bîne, gefek e ku hewcetî bi bersiveke tund heye.
Dîmitriî Peskov Berdevkê Koşka Kremlînê jî derbarê wê yekê de diyar kir ku biryara êrişa ser kûrahiya axa Rûsiyê tê wateya pêknaîna dewra nû ya nakokiyan û rewşeke nû ya destwerdana Waşîngtonê di vê nakokiyê de. Hevgavê biryara nû ya Amerîkayê û zêdebûna texmînên derbarê îhtimala gurbûna nakokiyan di şerê Ukrayn de, îro nirxa niftê li bazarên cîhanê jorde çû.