Mijdar 13, 2024 17:50 Asia/Tehran
  • Misilman ji ber zêdebûna nijadperestîyê li Ewrûpayê dilnigeran in

Ajansa Mafên Bingehîn a Yekitîya Ewrûpayê li gorî rapirsîyeke xwe ku bi beşdarbûna nêzî 10 hezar misilmanî li 13 welatên ewrûpî li dar xistîye, ragihand ku misilman ji ber zêdebûna berfire ya nijadperestîyê tûşî zîyanê bûne û zef dilnigeran in.

Mesûd Şecere Serokê Komsyona Mafên merivan a Islamî li Brîtanyayê got: Hin raporên ji Fransa, Alman, Ingilîs, Kanada, Amerîka û Îtalîyayê ber destê me hene ku ray didin atmosferek hatîye pêkanîn ku sîyasetvan, prodoktorên televîzyonan û berhemên din ên çandî l iwelatên rojava giranîya bala xwe dane ser vê yekê ku islamê mijareke nerênî ray bidin û bidin nasandin.

Dezgehên Çavdêrê Rewşa Civakî li Ingilîsê ser vê bawerê ne ku piştî piştgirîya ji gel nemaze piştgirîya misilmanan ji mafên misilmanênan û nerazîbûna himberî qirrkirina misilmanan, êrişên ser misilmanan li Ewrûpayê ji wan li Ingilîsê tund bûne û misilman û mal û milk û cîyên wan bi awayekî berdewam dikevin ber êrişên nijadperestan ku ev yek bûye sedema nerazîbûna misilmanan. 

Serepeyv