Mijdar 05, 2024 16:37 Asia/Tehran
  • Rûsiye: Bila serkevtiyê hilbijartina Amerîkayê bala xew bide pirsgirêkên xwe yên navxweyî

Wezareta karên derve ya Rûsiyê ragihand tevî nihêrîna wek hev a partiyên navxweyî yên Amerîkayê li hember Rûsiyê, ji bo Rûsiyê ferq nake kî bibe serkevtiyê hilbijartina li vî welatî.

Wezareta karên derve ya Rûsiyê hevgavê destpêbûna hilbijartina serokomariya Amerîkayê ragihand anegorî hevdengiya du partiyên Demokrat û Komarîxwaz ji bo sekinîna li hember Rûsiyê, ev welata ti girîngiyekî nade encamên hilbijartina li Amerîkayê. Di daxuyaniya wezareta karên derve ya Rûsiyê da hatiye ku eger hin guherîn di siyaseta Amerîkayê ya li hember Rûsiyê pêk werin û hin pêşniya raber bibin, Mosko amade ye wan pêşniyaran di çarçoveya berjewendiyên xwe da hilkolîne.

Wezareta karên derve ya Rûsiyê, şîret li serkevtiyê hilbijartina Amerîkayê kir ku ya baş ev e dewsa maceraheziyê di  hezaran maylan dûrî welatê xwe, bala xwe bide ser pirsgirêkên navxweyî yên vî welatî. Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê, îro li eyaletên curbicur ên vî welatî destpê kir.

Serepeyv