Têkçûna welatên rojavayî bona îzolekirina Rûsiyê
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê tekez kir: Hewldanên welatên rojavayî yên ji bo îzolekirina Moskowê têk çûne.
Sêrgêy Lavrov diyar kir ku kiryarên Amerîka û hevalbendên wê yên ji bo kontrolkirina Rûsiyê bi awayekî sîstematîk di salên buhurî de 10 qatî zêde bûne. Hewldanên îzolekirina Rûsiyê li qada navneteweyî û têkçûna Moskowê di şerê Ûkraynê de bi ser neketin, ji ber ku gelek welat têkiliyên xwe bi Rûsiyê re xurt dikin.
Lavrov bal kişand ser wê yekê ku Amerîka û Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur(NATO) bi eşkereyî nêta xwe ya biçûkxistina Moskowê di nav civaka navneteweyî de ragihandine. Lê belê civîna dawî ya BRICS`ê li Kazan a Rûsiyê îsbat kir ku ev hewldan mehkûmî şikestê ne û Moskow dê operasyonên xwe yên leşkerî yên taybet bidomîne û bigihîje armancên ku ji aliyê serokomarê vî welatî ve hatine destnîşankirin.