NY: Îsraîlê li Xezzê terorîsma derûnî pêk aniye
NY ragihand: Îsraîlê li Xezzê terorîsma derûnî pêk aniye û komkujiya dergûşan, pirr cihê mixabiniyê ye.
Têlalêng Mofokîng, raportera taybet a NY li karûbarên tendirustiyê amajeyî xedarbûna rewşa tendirustiya derûnî ya xelkê Xezzê kir û pêhişyarî da ku tirs û şok di nav xelkê Xezzê de gihîştiye asteke ne asayî û eva di heman demê de ye ku îmkana gihandina xizmetên tendirustiya derûnî û xizmetguzariyên saxlemiyê li zîvala dorpêçkirî pir kêm e. Daxuyaniyên ku vê dawiyê ji aliyê Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê hatine weşandin, nîşan didin ku zêde ji 22 hezar filistînî bi awayeka giran û mirinbar birîndar bûne, ji wan di navbera 13 heta 17 hezar kes di laşê xwe da tûşî birîn û derbeyên ku nayên cebirandin bûne.Gelek birîndarên li Zîvala Xezzê, tûşî kêmgirtinê bûne û binavahiyên di vê navçeyê da bi tevahî ji nav çûne.