Li Amerîkayê bahoz
Îlon 27, 2024 20:38 Asia/Tehran
Elekterîka zêde ji 350 hezar avahiyên xelktêde û yên bazirganiyê li eyaleta Filorîda ya Amerîkayê, di encama bahoza Hêlênê da ku xetera şimitîna erdê di vê eyaletê da zêde kiriye, hat birrîn.
Bahoza Hêlênê ber bi navçeya Panhêndêl a Filorîdayê ve dimeşe û xetera karesateka mirinbar a cidî li gelek navçeyên perravî bi dû xwe ve anîne.Navenda Netewî ya Bahozan a Amerîkayê ragihand ku Hêlên veguheriye bahozeka pirr metirsîdar. Evê navendê mezinatiya bahoza vê dawiyê di rêza çaran da ragihand.Kompaniya elekterîkê ya Dûk a Amerîkayê di daxuyaniyekî da ragihand, şimitîna erdê ji ber vê bahozê, dibin sedema xirabiya herî zêde di binavahiyên me li navçeyên Panhêndêl û Bîg Bentê ku dikarin bibin sedem dema qutbûna elekterîkê zêde be.