Îlon 20, 2024 16:49 Asia/Tehran
  • Rexneya Komîteya Mafên Mirovan a Zarokan a NY ji kuştina zarokên Xezeyê ji aliyê Îsraîlê ve

Komîteya Mafên Zarokan aNY kiryarên rejîma Siyonîst li Xezeyê binpêkirina Peymanekê zanî ku jibo parastina Mafên Zarokan hatiye pejirandin.

Komîteya Mafên Zarokan a NY ji ber binpêkirina eşkere ya Peymana Parastina Mafên Zarokan, Rejîma Siyonîst rexne kir û ragehand: Kiryarên leşkerî yên rejîmê li Xezeyê bandoreke xirab  ser zarokan heye û wek babetên herî xirab ên binpêkirina mafên mirovan di vê serdemê tê hesab.

Alîkarê Serokê Komîteya Mafên Mirovan a Zarokan a NY Bragi Gabrandson li nav koma nûçegîhann  got ku mirina  diltezîn ya zarokan di  encama êrîşên Îsraîlê ser Xezeyê di dîrokê de bêmînak e. Di dîroka mirovatiyê de ev xalek pir tarî  û reş e, wî got:Rejîma Îsraîlî di sala 1991ê de Peymana Mafên Zarokan pejirand lê di van salên derbasbûyî de kuştina zarokan kir  wek yek ji taktîkên xwe yên jibo şer.

Serepeyv