UNICEFê daxawaza agirbesa lezgîn li Xezeyê kir
Sindûqa Piştgiriya ji Zarokan a NY (UNICEF) ji bo piştgiriya zarokan û hêsankirina derbaskirina alîkariyên mirovî banga agirbesalezgîn li Xezeyê kir.
Têd Şiban, Cîgirê Rêveberê Sindûqa Zarokan a NY (UNICEF) got: Em daxwaza agirbesa lezgîn ji bo piştgiriya zarokên li Xezeyê û hêsankirina derbaskirina alîkariyên mirovî dikin.Li gorî gotina Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di şerê li Xezeyê de zêdeyî 14 hezar zarok şehîd bûne. Wî her wiha got:Rewşa mirovî ya li Xezzeyê her ku diçe xirabtir dibe û hejmara awareyan gihîştiye 1,9 milyon kesî. Hejmara kamyonên ku alîkariyên mirovî derbasî Xezeyê dikin, ji 100 kamyonan di rojê di meha Tebaxê de gihîşt 15 kamyonan di meha Îlonê de.Ev mijar êş û pirsgirêkên welatiyên Xezeyê zêdetir dike.
Di vê çarçoveyê de komîteya çavdêriya ser pabendbûna hikûmetan bi rêketina mafên zarokan di NY de tekez kir:Îsraîl binpêkirinên metirsîdar li Zîvala Xezeyê kir, ku li gorî peymana navneteweyî ya pişgiriya ji mafên zarokan, di dîroka serdema nû de, wek binpêkirinên herî xirab ên mafên mirovan tên hesabê.
Heta niha me kiryarên bi vî rengî kirît nedîtine. Vê komîteyê daxwaza alîkariya lezgîn ji bi hezaran zarokên birîndar ên li Xezeyê kir û her wiha daxwaza kir ku kesên mexdûr jibo dermankirinlê bikaribin ji Xezeyê derkevin.