Herî zêde di Japonê da kesên sed salî hene
Îlon 17, 2024 17:21 Asia/Tehran
Anegorî ragihandina amarên nû Japon bi zêde ji 95 hezar mirovên temenê wan sed salî, rêkora welatê xwediyê kesên herî bitemen bi dest xist.
Ajansa nûçeyan a Kiyodoyê ragihandiye eva 54 salên bidûhev in ku Japon rastî kesên bi temen û 100 ve hatiye. Wezareta tendirustî, kar û tenahiyê ya Japonê ragihand ku gişt hejmara van kesane di vê midehê da anegorî sala buhurî 2 hezar û 980 kes zêde bûye. Anegorî amara herî nû , sedî 88.3 ji gişt kesên bi temen ên Japonê jin in. Nka kesên herî bitemen ên cîhanê jî di Japonê da ne.