Îlon 14, 2024 08:05 Asia/Tehran
  • Moskova: Dayîna îzna bikaranîna çekên dûrmenzîl bo Ukraynê ji aliyê NATOyê ve destwerdana NATO ya rasterast di şer de ye

Balyozê Rûsiyê yê li NY, Vasilî Nebenziya di axiftinekê de hişyarî da ku eger welatên endamên NATO'yê sînorên derheq êrişa ser axa Rûsiyê bi çekên dûrmezîl rakin, ew dê wateya derbasbûna nav şerekî rasterast bi Rûsiyê re.

Balyozê Rûsyayê û Nûnerê Daymî yê Rûiyê li NY, Vasilî Nebenziya  xitabî  15 endamên Konseya Ewlehiyê ya NY got, Ger welatên endamên NATOyê rê bidin Ukraynê ku çekên dûrmenzîl bikar bîne da ku êrişî kûrahiya axa Rûsiyê  bike, ev tê wateya şerê rasterast bi Rûsiyê re.

Balyozê Rûsiyê li NY got: Dema biryara rakirina berbendan were dayîn, ev tê wê wateyê ku welatên NATOyê ji wê kêliyê ve rasterast bi Rûsiyê re dest bi şer kirine.

Vêca em ê bêguma  neçar bibin ku biryarên têkildar bi hemu dûhatên  muhtemel ji bo êrişkarên rojavayî bidin, û hevkarên me yên rojavayî nikarin xwe bin barê  berpirsiyariyê dûr bixin û Kiyevê tawanbar bikin.

 Li gorî gotina  vî rayedarê rûs  li NY, ev rewş dê têkilyê Moskova bi welatê ereb re biguhere. Ev civîna  konseya ewlehiyê ser daxwaza Rûsyayê hatiye lidarxistin û tekezî li ser dayîna çekên rojavayî bo Kiyêvê dike. 

 

Serepeyv