Meşqa NATOyê li nêzî sînorên Rûsiyê
Welatên endamên NATO'yê li nêzî sînorên Rûsiyê dest bi hinek rêze meşqan kirin ku dê heta dawiya demsala payîzê jî bidome.
Ev meşqên NATOyê 12 şalakiyan dihewîne li nêzîkî sînorên rojhilatê Rûsiyê dê bên lidarxistin.
Estonî, Fenland û welatên din amadebûna xwe ji bo beşdarbûna li vê meşqê ragihandine. Li gorî raporan ku ev meşq wê ji aliyê Generalê Artêşa Amerîkayê Krîstofêr Kawlî ve were birêvebirin.Almanyayê ji 9ê Îlonê ve dest bi meşqa Steadfast Foxtrot ê kiriye û ev meşq wê heta 20ê Îlonê berdewam be.
Yewnanistan û Slovakî jî dê di ji 8 û 30ê Îlonê de meşqa Rammstein Flagê li dar bixin.
Welatên din ên wekî Hangariya, Fenland û Tirkiye û Bulqaristanê jî wê payîzê dê meşqên xwe li dar bixin.
Karzanên leşkerî yên rûsî di wê baweriyê de ne ku ev meşq ceribandinek ji bo planên şerên paşerojê ne, yek ji van planên ku her tim ji aliyê Amerîka û NATO ve hatiye piştgirîkirin, hez û meyla Polonya bo dorpêçkirina Kaliningradê ye.