Îlon 10, 2024 17:22 Asia/Tehran
  • Meşqa NATOyê li nêzî sînorên Rûsiyê

Welatên endamên NATO'yê li nêzî sînorên Rûsiyê dest bi hinek rêze meşqan kirin ku dê heta dawiya demsala payîzê jî bidome.

Ev meşqên  NATOyê  12 şalakiyan dihewîne li nêzîkî sînorên rojhilatê Rûsiyê  dê bên  lidarxistin.

Estonî, Fenland û welatên din amadebûna xwe ji bo beşdarbûna li vê meşqê ragihandine. Li gorî raporan ku ev meşq  wê ji aliyê Generalê Artêşa  Amerîkayê   Krîstofêr Kawlî ve were birêvebirin.Almanyayê ji 9ê Îlonê ve dest bi meşqa Steadfast Foxtrot ê kiriye û ev meşq wê heta 20ê Îlonê berdewam be.Yewnanistan û Slovakî jî dê di  ji 8 û 30ê Îlonê de meşqa  Rammstein Flagê li dar bixin.Welatên din ên wekî Hangariya, Fenland û Tirkiye û Bulqaristanê jî wê payîzê  dê meşqên xwe li dar bixin.Karzanên leşkerî yên rûsî di wê baweriyê de ne ku ev meşq ceribandinek ji bo planên şerên paşerojê ne, yek ji van planên ku her tim ji aliyê Amerîka û NATO ve hatiye piştgirîkirin, hez û meyla Polonya bo dorpêçkirina Kaliningradê ye.