Kirêmlîn: Moskowa tu planekê ji bo çareserkirina pirsgirêka Ukraynê red nake
Berdevkê nivîsgeha serokkomartiya Rûsyayê ragihand: Moskowa tu planekê ji bo çareserkirina pirsgirêka Ukraynê red nake.
Dîmitri Peskov, di daxuyaniyekê de ragihand: Moskowa ti planekê ji bo çareserkirina mesela Ukraynê red nake, lê divê ji hûrgiliyên wê agehdar be, hêlên giştî yên çareserkirina qeyrana Ukraynê bi rêyên aştiyane heta niha nehatine dîtin Di vê derbarê de ti gotin ji aliyê Rojava ve nehatiye kirin.
Li daxûyaniya nivîsgeha serokomartiya Rûsiyê derbarê hewildanên derve ji bo bandora ser hilbijartinên vî welatî, hatiye: Kiryarên ku hatine kirin, îhtîmala van babetan bi sînor kiriye.
Di vê daxuyaniyê de hatiye: Tevî hewildanên çend welatan ji bo çêkirin berbendan divê mijara xirabkariya li Nord Strîmê were hilkolandin.
Muhtemel e serokkomarê Rûsiyê Vladimîr Pûtîn li ser mijarên ewlehiyê bi nûnerên welatên BRICS re hevdîtin pêk bîne