Nerazîbûna cîhanî himberî jînosayda li Xezzeyê
Hevgavê tundbûna êrişên Israyîlê ser Zîvala Xezzeyê û rexê rojavaya çemê Uridnê, gelên welatên curbicur ên cîhanê bi nîşana nerazîbûna himberî jonîsayda li Xezzeyê dest bi xwenîşandanê kirin.
Xwenîşanderan bi rakirina ala Filistînê êrişên rejîma qirrker a Israyîlê ser Zîvala Xezzeyê û rexê rojavaya çemê Urdinê û candayîna bi hezaran merivên bê guneh şermezar kirin.Xwenîşandana gelên welatên curbicur bi nîşana hevgirtina digel Filistîn û Refehê li Ingilîs, Arjantîn, Swêd, Berlîn, Danmark, Alman, Danmark û Norwejê û gellek zanîngehên mezin ên Amerîkayê hat lidarxistin û nerazîyan cinayetên Israyîlê yên dijî filistînîyan şermezar kirin.Xwenîşanderan herwiha bi durişmên dijî Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê Israyîlê û Jeo Biden Serokomarê Amerîkayê wek welatê piştgirê cinayetên Rejîma Sîyonîst, xwestin ku agirbesa demlidest were ragihandin û jînosayda li Zîvala Xezzeyê were sekinandin.