Îlon 04, 2024 18:01 Asia/Tehran
  • Lavrov: Em li ser xetên xwe yên sor bi kesî ra henekan nakin

Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê derbara ihtimala şandina mûşekên dûrbirr ên Amerîkayê bo Ukraynê da hişyarî da û got ku Moskow derbara xetên xwe yên sor da bi kesî ra henekan nake.

Sergeyî Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê herwiha got: Amerîka hema nika jî ji asta ku ji xwe ra kivş kiirbû, derbas bûye. 

Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê herwiha got: Amerîka dikeve ber handanê û Zêlênskî Serokomarê Ukraynê jî helbet vê yekê dizane û bi awayekî narewa bi kar tîne.

Lavrov pêgirî kir: Em hişyarîyê didin, bila kes bi xetên sor ên me ra henekan neke, xetên sor ên ku ew baş dizanin ku çi ne.

Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê berî vîya derbara bikaranîna çekên dûrbir ji hêla Ukraynê va ji bo êrişa ser armancên li kûratîya axa Ûsêtê da hişyarî da ye û ragihandîye: Em ê himberî her êrişa bi çekên dûrbirr demlidest bertekê nîşan bidin û bersivê bidin.