Gemîyên ku ber bi Erdên Dagirbûyî yên Filistînê va diçin, hela jî dibin armanca êrişa hêzên yemenî
Berdevkê Tevgera Ensarullah a Yemenê pêgirî ser berdewambûna êrişa ser gemîyên ber bi Erdên Dagirbûyî yên Filistînê va diçin kir.
Mihemed Ebdulselam Berdevkê Tevgera Ensarullah a Yemenê îro pêgirî kir ku ev tevgera agirbesa demkî ji bo sekinandina êrişa ser gemîyên israyîlî qebûl nake û got ku yê dîsan gemîyên ber bi Erdên Dagirbûyî yên Filistînê va diçin, bike armanc.
Berdevkê Tevgera Ensarullah a Yeemnê got: Vê tevgerê tenê qebûl kirîye ku gemîya nifthilgir a Soniyon a bi ala Yûnanê ku li Deryaya Sor tûşî zîyanê bûye, were veguhestin.
Gemîya nifthilgir a Soniyon ku bi ala Yûnanê bi Rejîma Sîyonîst ra hevkarî dikir, çend rojan berî vîya ket ber êrişa hêzên Ensarullaha Yemenê.
Hêzên çekdar ên Yemenê bi vê armancê êrişî wan gemîyên diçin Filistîna Dagirbûyî dikin ku zorê bidin ser rejîma Israyîlê ku destdirêjîyên ser Zîvala Xezzeyê rawestîne.