Çîn: Amerîka gefa herî mezin a navokî ya cîhanê ye
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Çînê ji nûçegîhanan re got, dema ku metirsiyên şer û pevçûnek navokî tê holê , Amerîka gefa herî mezin a navokî ya cîhanê ye.
Pikenê rayedarên Waşîngtonê bi girtina biryarên neberpirsiyarane bi armanca parastina hejemonya xwe b taybet ji rêya tirsandina civaka navneteweyî bi cebilxaneya navokî tawanbar kir. Ev gotin ji aliyê Jang Şiyao Gang berdevkê Wezareta Berevaniya Çînê di bersiva biryara Pentagonê ya xurtkirina hêzên Amerîkî li Japonê bo asta navenda hêzên hevbeş ên di bin fermandariya efserekî sê istêrkî de hatin hilêxistin. Ev xurtkirina hêzên Amerîkî yên ku li Japonyayê piştî civîna rayedarên berevanî yên her du welatan û serokên siyaseta derve ya wan cih hatiye.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Çînê diyar kir: Biryar û kiryarên bêberpirsiyarane yên Amerîkayê bûne sedema belavbûna metirsiyên navokî.
û hewldanên vî welatî ji bo parastina heejmoniyê û tirsandina cîhanê bi bikaranîna enerjiya navokî tam hatiye eşkerekirin. Kiryarên vê dawiyê yên vî welatî li Japonyayê tenê nakokî û zêdebûna xetera berfirehbûna çekan û şer û pevçûnên navokî li navçê dê gurtir bike.