Tebax 16, 2024 09:22 Asia/Tehran
  • Ukraynê derbarê wergirtina Ewropayê 4,2 mîlyar euro alîkariya darayî  ji Yekîtiya Ewropayê agahî da

Serokwezîrê Ukraynê ragihand ku Kiyev ji Yekîtiya Ewropayê 4,2 milyar euro alîkariya darayî wergirtiye. Denîs Şemîhal, Serokwezîrê Ukraynê, , got: Ew çavlirê ye ku heta dawiya îsal beşek din ji deynan ji Yekîtiya Ewropayê werbigire û vê bûdcê ji bo dabînkirina xerca civakî û mirovî bikar bîne. 

Pêştir  Konseya Ewropayê di daxûyaniyekê de ragehandibû ku  endamên vê yekitiyê dê 16 vê mehê, dê  yem beşa vê deynê  bi qasî 4,2 mîlyar euroyî  ji 50 milyar euroyên ku ji hêla welatên endam wekî piştgirîya darayî ji bo Ukraynê hatiye terxan kirin, bide . 
Komisyona Ewropayê pêştir ragihandibû  ku dixweze heta Îlona îsal vê beşa alîkariyan bide Ukraynê.Amerîka û welatên rojava heta niha boykotên berfireh ser Moskowê sepandine û bayê milyaran dolarî çek û kelûpelên leşkerî ji bo Kiyêvê şandine.

Serepeyv