Tebax 16, 2024 09:14 Asia/Tehran
  • UNICEF: Ji bo aştiya li Xezeyê pir dereng bûye

Sindûqa Alîkariya Zarokan NY li Xezeyê hejmara zêde ya  şehîd û birîndarên li Xezeyê rexne kir.

 

Rewşa mirovî ya nalebar li Xezeyê piştî zêdetirî 10 mehan ji hovîtiya Rejîma Siyonîst li vê zîvalê, her çend ji aliyê welatên rojavayî ve tê paşguhkirin, lê saziyên navneteweyî derbarê dûhatên vê mijarê hişyariyê didin. Sindûqa Alîkariya Zarokan NY (UNICEF)  rewşa mirovî ya Xeeyê bi taybetî şert û mercên zarokên Filistînî tê de dijîn bi tundî rexne kir.

Katrîn Rasêl, birêvebira UNICEFê derbarê vê yekê li rûpela xwe ya li tora civakî  -ê nivîsî: Niha dema rêkeftina agirbetê li Xezeyê derbas bûye, ji ber ku li gorî ragehandina rayedarên xwecihî, zêdetir ji 40 hezar kesên  sivîl di encama vê pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane. Di berdewamiya peyamê de hatiye: Divê çend zarokên din jî di vî şerî de bên kuştin û êş û azarên diltezîn beriya kutabûan vê kabûsê û pêkhatina agirbesê li Xezeyê tamul bikin?

 

Serepeyv