Rayedarên Amerîka û Rejîma Siyonîst derbarê işkesta artêşa Îsraîlê li Xezeyê li xwe mikur hatin
Rayedarên Amerîka û Rejîma Siyonîst tevî li xwemukirhatina derbarê işkesta artêşa Îsraîlê li Xezeyê diyar kirin ku hitmala lawazkirina tevgera Hemasê pir kêm bûye.
Rojnama New York Timesê ragehand ku rayedarên Pintagonê di wê baweriyê de ye ku Îsraîlê nekariye qaweta xwe jibo dabînkirina ewlehiya herêmên di bin kontrola xwe de li Xeze bikar bîne. Artêşa rejîma dagîrker a Îsraîlê, çendîn caran derbarê bidestenxistina armanca sereke ya xwe li êrişên xwe yên hovane ser xelkê zîvala Xezeyê ku hema têkbirina tevgera Hemasê ye li xwe mikur hatiye û teqez kiriye ku Hamas bîr û hizrek e ku nayê ji nav birin.
Daniyêl Hagarî berdevkê artêşa Rejîma Siyonîst Hezîrana borî gotibû ku behsa jinavbirina Hamasê mîna reşandina xîzê li çavê xelkê ye di halekê de ku ev tevger di nav dilê xelkê de hatiye çandin.
berdevkê artêşa Rejîma Siyonîst bal kişand ser wê yekê ku vê rejîmê di şerê li dijî xelkê Xezeyê berdêleke giran dide û em nikarin bêdeng bimînin. Wî gotiye ku hemî girtiyên siyonîst li Xezeyê nikarin bi rêya leşkerî vegerînin. Rejîma Siyonîst hetanî niha tu armancên ku ji bo şer li dijî xelkê ragihandiye bi dest nexistiyeZextên navxwe û navneteweyî yên dijî kabîneya Netanyahu ji bo îmzekirina peymana ve guhertina girtiyan û bidawîkirina şerê li ser Xezeyê zêdetir bûne.