Tebax 13, 2024 16:51 Asia/Tehran
  • Xwekujiya di nava nûciwanên amerîkî salê sedî 8 zêde bûye

Xwekujî di nava nûciwanên amerîkî da ji sala 2008`an heta nika salê sedî 8 zêde bûye.

Êlên Rûêm, serokê pişka pizişkiya nûciwanan a Kilînîka Kilîvlendê li eyaleya Ohayo ya Amerîkayê, amajeyî jordaçûna asta xwekujiyê di nava nûciwanên amerîkî kir û got: Zarok û nûciwan dikevin rewşekê ku xwe neçar dizane xwekujiyê bike.

Di sala 2022`an de 49 hezar û 500 kes li Amerîkayê xwe kuştine. Cîl Harkavî Firîdmen, alîkarê pişka lêkolînan li saziya Amerîkî ya Girtina Pêşiya Xwekujiyê jî got: Sedema herî girîng a xwekujiyê di vî welatî da berdestbûna ber bi zêdebûnê ya tifingan e.

Ji her deh amerîkiyan 4 kesan di mala xwe da çekan xwedî dikin û sedî 30`ê kesên temendar ên amerîkî xwediyê çekên xwe ne.