Tebax 12, 2024 10:56 Asia/Tehran
  • Hejmara kesên girtî li xwepêşandanên Inglîzê de gihîşt 800 kesî

Di berdewamiya şîdet û nearamiyên li Îrlenda Bakur, polîsê Inglîzê derbarê zêdebûna hejmara kesên girtî bo 800 kesî agahî da.

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku tundî û nearamiyên  nû li Îrlanda Bakur destpê kirine û 10 polîs  di dema êrişa neraziyan birîndar bûn.Serperestê  polîsê Îrlanda Bakur di daxuyaniyekê de dîmenên şer û pevçûnên di navbera xwepêşanderan û polîsan de li vê deverê bi xof nirxand û got: Emê hemû kesên ku berpirsê vê şîdetê ne mehkeme bikin. 

Di halekê de ku rewşa Inglîzê piştî xwepêşandanên tund ên rastgirên tundrew  heta astekê aram bûye, lê ev alozî û tundî li Îrlanda Bakur di rojên dawî de berdewam bûn. Li Îrlandaya Bakur  neraziyan hewl dan ku agir berdine mizgevteke nêzî paytext Belfastê.Di rojên derbasbûyî de li bajarên curbicur ên Îngilîsê nearamiyan ev welata felc kir û di van xwepêşandanên tund de êriş ser  hêzên ewlehî, kampên penaberan, mizgeft û dikanan hatin kirin.

Heta niha, nêzîkî 800 kesên ku beşdarî van xwepêşandanan bûne yan jî banga şîdeta li  kolanan an  li nav torên civakî kirine, hatine girtin.

Serepeyv