NY: Reftarên nemirovane li dijî zarokên filistînî cinayeta cengê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i350267-ny_reftarên_nemirovane_li_dijî_zarokên_filistînî_cinayeta_cengê_ye
Raportera taybet a mafên mirovan ê NY li Filistînê li daxûyaniyekê ragihand ku reftara nemirovane ya Rejîma Siyonîst li dijî zarokên filistînî wek cinayeteke cengê ye
(last modified 2024-08-08T01:40:52+00:00 )
Tebax 08, 2024 05:08 Asia/Tehran
  • NY: Reftarên nemirovane li dijî zarokên filistînî cinayeta cengê ye

Raportera taybet a mafên mirovan ê NY li Filistînê li daxûyaniyekê ragihand ku reftara nemirovane ya Rejîma Siyonîst li dijî zarokên filistînî wek cinayeteke cengê ye

Françêska Albanîz got: Tişta ku li zindana Sediya Tîman hat serê girtiyên filistînî, bi qest û lihevhatina bi rayedarên girtîgehê re bû û ev bûyer bi rastî diltezîn e  û ez ji bêdengiya medyaya rojava matmayî mam.

Wê got: Bi dehan sal e ku ew di ber reftarên  dijî mirovatiyê de ne û ev reftara kirêt  piştî 7ê Cotmehê ve zêde bûye.Raporterê Taybet ê Mafên Mirovan ê NY destnîşan kir: Rayedarên  Îsraîlî ji ber ku dizanin ku  nayên mehkemekirin, cinayetên xwe berdewam dikin.

Albanîzê di dawiyê de got:Tu peyvek ji bo wesifkirina cinayetên artêşa Siyonîst li dijî girtiyên filistînî li girtîgehên vê rejîmê tune. .