NY derbarê pevçûna berfirehtir û şerê giştalî li navçê hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i349992-ny_derbarê_pevçûna_berfirehtir_û_şerê_giştalî_li_navçê_hişyarî_da
Piştî bûyera Mecdal Şems,NY derbarêpevçûnek berfirehtir û şerekî berfireh û giştalî li herêmê hişyarî da.
(last modified 2024-11-10T10:57:14+00:00 )
Tîrmeh 29, 2024 05:51 Asia/Tehran
  • NY derbarê pevçûna berfirehtir û şerê giştalî li navçê hişyarî da

Piştî bûyera Mecdal Şems,NY derbarêpevçûnek berfirehtir û şerekî berfireh û giştalî li herêmê hişyarî da.

NY û hêza parastina aştiyê ya navneteweyî li Lubnanê (UNIFIL) roja yekşemiyê derbarê pevçûneke  berfireh di navbera Rejîma Siyonîst û Hizbullahê de ku dikare bibe sedema karesatekê  li navçê hişyarî dan.

Li gorî nûçeya ISNAyê, ev hişyariya navneteweyî ji ber mirina 12 kesan li bajarê Mecdel Şemsê li Golana dagirbûyî ya Sûriyê hat dayîn.

Ev hişyarî di daxuyaniya hevpar a Cenîn Hennis Plasxart  Hemahenkkara taybet a NY  li Lubnanê û General Aroldo Lazaro serokê nûneratiya UNIFIL û fermandê giştî yê UNIFILê de hat ragihandin.

NY û hêzên parêzvanê aşitiyê ên navneteweyî li Lubnanê bang li hemû aliyan kirin ku bila ser hemdê xwe bin û dawî li pevçûna giran û berdewam bînin ji ber ku ew dikare bibe sedema pevçûnek berfireh ku dê tevahiya herêmê bixe nav karesateke giran.